Bilbila min çi dinalî?
Ez qurbana wî dengî
Roj çû ava me êvare
Lo dîsa me dibe tarî
Bilbila min tu dinalî
Li dîsa çi hat serê te,
Çi bela çi aşîte li me,
Dil şînê û welat kanê?
Wax ez dil birîndarim,
Gulên sor jî xemginîn!
Li bilbila sorgula min
Û heyfa min tu melûlî
Bilbila min canê min
Tu evîndarê gula min
Tu gîyan û jiyana min
Û xemla wewlatê min
Li ez birîndarê axa me
Û daxwazim welat me
Li tu evîndarê gula me
Tu rengê ser sosinê me
Ew kesên dil li kesere
Evîndar xwe birîndare
Serxweşe an sermeste
An derdê wê jî girane
Ez xerîbê van bajaran
Û evîndarê gula bejan
War û welatê bav,kala
Diyarê hemû kulîlkan
Bilbila min û nale nalî
Ax ser gula axa Zîlanî
Caran şîn,caran dîlanî
Caran dengê tev dilanî
Ez Memê axa Şewan’ê
Ez jî lawê Qaqizman’ê
Bilbila min tu çi dinalî?
Dil li min hate xawarê.
03.007.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 4.7.2008 21:57:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!