Deriya Evînê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2745

ŞİİR


18

TAKİPÇİ

Deriya Evînê

Kêfa min jî te re tê
Yar, tu gula evînê
Evîn jî zehf pîroz e
Dilê me bo evînê
Baran barî av rabû
Yara min jî bêdeng e
Dilê min perîşan bû
Çi bikim şev bêreng e

​Şev jî ne şên ne şeng e
Heyv şevê de wunda ye
Ew deryaya evînê
Roja sibê me re ye

Kêfa min jî te re tê
Yar, tu gula evînê
Evîn jî zehf pîroz e
Dilê me bo evînê

​Benda te me, yar, were
Ronîya van çavên min
Tu bo min zehf pîroz î
Kulîlka min gula min

Wan destên te bigirim
Em rêvîyên evînê
Yar, em bi tev bikenin
Ji bîr nekin evînê

Kêfa min jî te re tê
Yar, tu gula evînê
Evîn jî zehf pîroz e
Dilê me bo evînê

Mehmet Çobanoglu
30.07.2026
İzmir

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 30.07.2026 11:08:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!