Dergûşan de Qêrîne Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dergûşan de Qêrîne

Qeda bela me qelibî
Dengê tank û topane
Nizanim ev çi rewşe
Derdê giran me de dibare

Demeke pir zore
Welatê me diqele
Cîhan me re bû dojeh
Dilê me jî dikele nav de jan tijîye
Mêrkujê me pir hare jiyan çîye nizane

Neyarê me
Debenge
Mîna gurekî
Hove
Êriş anî li ser me
Nijdevaneke zore
Dîsa me re xopane
Agir barî ser malan
Nav gundan dûmane
Zarokan dikujîn dergûşan de qêrîne
Kurdîstan jî xemgîne mîna qeşa dihele
Dayîkan re êşe jane ev qir me re mirine

Bêşanazî xulamî
Rabûn jî bû şoreşî
Gel natewin bi gefan gava têkoşîn geşbe

Xwestinên me
Jiyane
War welat jî dîyare
Ev şerê me Kurdan e
Bo azadîya gelane serîheldana şêrane

Lo neyarê serhevde
Em ne tol ne tirsekin
Em her dem şoreşgerin
Mirovahî rûmetîye wekhevî biratîye
Ev hewla rizgarîyê bo gelên bindestane

25.10.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 25.10.2012 00:40:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu