Derdo Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Derdo

İro li min lorîn û lorîne
Her çavê min de girîne
Li ser her dêmê min de
Dilop dilop û diheriqin

Lorî lorî û dilê min lorî
Her çavên min kelegirî
Îro min kul,êşe û derde
Û rondik,şewate bi girî

Îro dîs roj boy min reşe
Oy eman dil jane bi êşe
Derdo derdo li dilê min
Dem jî îro zor xemgîne

Ev çi hale bo min tofane
Dîsa min xeme û xeyale
Li ne şefq û ne jî şemale
Li me tank û top hewane

Dilo dilo te girî min şîne
Bi ez birîndar dor xwîne
Bindestî jî boy me mirin
Şîne û şîvan dert û xeme

Lo îro dîsa li min şîvane
Qibeqiba bilbila,kewane
Lorî lorî dilo de bilorîne
Ax û warê me ber topane

Bi sîh sale li ser me şere
Guregura tank bi topane
Dil,kezebê min jî birînin
War,welat me jî dumane

Lorîn lorî îro min lorîne
Dem dirije li me havîne
Dîsa Rom hat gel qelîbî
Agir û tope li me dibare

06.07.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.11.2008 11:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu