De rabe rabe rabe rabe
Ax û wax can birîndare
Gure gura çek û topane
Ax duman gund xopane
Cîgera min rabe de rabe
Heta temena min jî hebe
Lo ezê bangî dilan bikim
Ezê bêjim reben de rabe
De rabe delala de rabe
Ez qurbano,dilo de rabe
Koç barkirên,dil dikele
Barut,gule li me dibare
Baran,berfe me dibare
Buz û qeşe li dil dinale
Koç barkirên gel diçin
Wax dîsa dil me diqele
Rabe dilo deşt wêrane
Welat jî li me dumane,
Agir bikeve canê wan
Neyar me hertim hare
Ne havîne li ne bahare,
Koç rabûn lo dem sare
Ax û wax ket koma me
Pêl û lehî û dil jî robare
Ez bimirim lawo Memê
Bala xwe bide vê demê,
Malan barkir koç diçin,
Cano rebno,welat dinale!
Mehmet çobanoglu
22,06,1977/Yildirim
Kayıt Tarihi : 4.11.2007 20:20:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2007/11/04/de-rabe.jpg)
spas ji bo vê helbest ê
êvar baş...
TÜM YORUMLAR (1)