Derdê Evînê Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Derdê Evînê

Ax ji derdê vê evînê
Êş û kulan di civînê
Carek xweşî na hebînê
Bume lîstok di destan de

Jibona dil tînê qehrê
Ji dojehê tînê jahrê
Tenê hiştim li nav bahrê
Bê çare mam di destan de

Barê evînê pir giran
Dil buye mabesta tîran
Şêv û rojê didê qîran
Bu me kuştî di destan de

Dengê ax û hewaran tê
Ji nav kurahîya dil tê
Bijan u xemgîn û êş tê
Bu me qîrîn di destan de

Wekî nîrê halete ew
Girêdidê dilê bedew
Gasinê di qelêşî ew
Bu me axa bin siman de

Zexel buye li min jiyan
Dîn kirime li nav çiyan
Dil hêlîna derd û xeman
Bu me reben di destan de

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 8.10.2023 19:00:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari