Derde dıla çi zore,
dilê min di nav xwe de dişewite
şev dirêj e, bêdeng e, bê rehm e
û ez li nav vê tarîtiyê
tenê bi hêsiran diaxivim…
Bîranîn tên û diçin
wek bayê ser çiyayan
tiştên ku hatin û negeriyan
li dilê min cih girtine
û ez nikarim wan ji xwe dûr bikim…
Derde dıla çi zore…
ev gotin ne tenê gotin e
ev jiyanek şikestî ye
ev dengê dilê şewitî ye
ku her roj ji nû ve dişewite…
Derde dıla çi zore, ah dilê min ah dilê min
Şev bi şev tê giryê min, ax dilê min ah dilê min
Agirê evînê di nav min, dişewite ah dilê min
Derman tune bo vê derdê, wah dilê min ah dilê min
Gulên baxê min ziwa bûn, rengê wan çû ah dilê min
Bê te her dem şev dibim, roj nabe tu ah dilê min
Bîranîn têne li ser min, wek baranê ah dilê min
Xewn û xeyal bûn belav, rawestane tu ah dilê min
Heyv li ser min nayê ronî, tarî bûye ah dilê min
Stêrk jî ketin nav xumara, şev dirêje ah dilê min
Navê te gotim bi hêsir, dengê min jî şikestî ye
Ax li min, ev çi rewş e, bê kesî ye ah dilê min
Çiya şahidê halê min in, deng didin ah dilê min
Bihar jî bê wate bûye, payîz e niha dilê min
Her ku diçim tu li pêş î, li her rê te dibînim ez
Ev evînê bê ser û bin, xwe dike şeh ah dilê min
Ez ji xwe re bûm xerîb ê, di nav derdê ah dilê min
Bêdengî bû hevalê min, di her şertê ah dilê min
Gotinên min têne girtin, li ser zimên dimînin wan
Kî dibihîze nalîna min, bê kesî ye ah dilê min
Derde dıla çi zore dîsa, ev heman e ah dilê min
Helbest bû vê ah û nalê, li ser kaxez ah dilê min
Kul Ortak navê min e, di destpêka vê gotinê de
Da îmza li vê evînê, ah dilê min ah dilê min
Derde dıla çi zore…
niha jî ez li dawiya gotinan im
lê ev çîrok nema qediya
çimkî hin êş
bi dawî nayên…
Ez bêdeng dibim
lê di hundirê min de
helbestek hê jî didome
helbestek ku bi agirê dil tê nivîsîn…
Û di dawiyê de
dengê min di nav bayê de winda dibe
lê nîşaneke li vir dimîne:
Derde dıla çi zore…
Kul Ortak…
KUL ORTAK
Baki OrtakKayıt Tarihi : 23.04.2026 19:55:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Yüreğin Derdi Ne zor Yüreğin derdi ne zor, kalbim kendi içinde yanıyor gece uzun, sessiz, acımasız ve ben bu karanlığın içinde yalnızca gözyaşlarımla konuşuyorum… Hatıralar gelir gider dağların rüzgârı gibi gelip de dönmeyen şeyler kalbimde yer etmiş ve ben onları içimden söküp atamıyorum… Yüreğin derdi ne zor… bu söz sadece bir söz değil bu, kırılmış bir hayat bu, yanmış bir kalbin sesi her gün yeniden yanan… Yüreğin derdi ne zor, ah kalbim ah kalbim Gece gece ağlarım, ah kalbim ah kalbim Aşkın ateşi içimde yanar, ah kalbim ah kalbim Bu derde çare yoktur, vah kalbim ah kalbim Bahçemin gülleri soldu, rengi gitti ah kalbim Sensiz her an geceyim, gündüz olmaz ah kalbim Hatıralar üzerime yağmur gibi yağar Hayaller dağıldı gitti, durulmaz ah kalbim Ay bana ışık vermez, karanlıktayım ah kalbim Yıldızlar da sarhoş olmuş, gece uzar ah kalbim Adını söyledim gözyaşıyla, sesim kırıldı Ah bana, bu ne hâl, kimsesizim ah kalbim Dağlar hâlime şahittir, ses verir ah kalbim Bahar bile anlamsız oldu, sonbaharım ah kalbim Nereye gitsem sen varsın, her yolda seni görürüm Bu aşk başsız sonu yok, beni yorar ah kalbim Kendime bile yabancı oldum, dert içinde ah kalbim Sessizlik dostum oldu, her durumda ah kalbim Sözlerim tutulur, dilimde kalır Kim duyar feryadımı, kimsesizim ah kalbim Yüreğin derdi ne zor yine, aynı hâl ah kalbim Bu ahlar şiir oldu, kâğıtlarda ah kalbim Kalbimde bir izdir bu yanış, bu sevda Kul Ortak benim adım, işte imzam ah kalbim Yüreğin derdi ne zor… şimdi sözlerin sonundayım ama bu hikâye bitmedi çünkü bazı acılar sona ermez… Ben susuyorum ama içimde bir şiir hâlâ sürüyor kalbin ateşiyle yazılan bir şiir… Ve en sonunda sesim rüzgârda kaybolur ama burada bir iz kalır: Yüreğin derdi ne zor… Kul Ortak… KUL ORTAK




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!