Rêketim rêvîme; yarê min pir dûre
Agire, şewate dil li min diqele
Kanîya xepar de av jî lemeleme
Ax ez dişewitim, qime av bidin min
Rojane dikelim kelekela mine
Hîskehîska mine dengê dilê mine
Hatim ser kanîyan ber newl û çeman
Ax dikim vedişêrim birîna min kûre
Av zelal dikişî li min jî qîrîne
Ez qurbana te bi hêrsa xwen min neyne
Dil li min şewate qime av bide min
Ez zehf evîndarim, yarê min jî dûre
Birîna min pir kûre ez hewceyî te me
Ez tim rebenokum xerîb û bêkesim
Riya min de mije dil min de kesere
Ka xemze kesa min yarê vê dilê min
Tu çemê lemelem ez xemgîn ez bengîn
Tim dilberdayî me, yarê min çû dûre
Dîsa min şewate dil jî min agire
Nav de canê mine kezî reşa min e
Mehmet Çobanoglu
28.02.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 28.2.2012 20:48:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/02/28/denge-cemane.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!