Dengê bavê min Şiiri - Feridun Urfa

Feridun Urfa
83

ŞİİR


56

TAKİPÇİ

Dengê bavê min

Dengê bavê min

Şeveka ziVistanê li ser serê me çira qazyaxê,bîna pîşo tê ji derve. Dolbenda bavê min ketiye dor stû yî wî,pala xwe spartî ye diwarên ji kevirên tektonîk. Şev wek jinek qunde ye,bang li mirov dike. Dixaze te têxe nav şeka xwe û ji tera qala çirokên tozgirtî bike. Hema berxwedana şevê pir dewam nekir,da der dora xwe! Bavê min pifa kurahiya bîra me kir û dest bi çiroka Dewreş û Edulê kir. Ji bajarên mişka heta Şengalê em bun hevalên Dewreş. Carna em bun hespê Dewreş,nigê me şikiya li duza Wêranşar,carna em bun "kilê çavên Edulê" di binî konekî çel istunî da.. Hema bê feyde ye,dawiya dawî em bun trajediya Çilo yê Îzolî. Xwengê sêwî stuna konên xwe yî sirgun jî wendakirin. Mala kezebê bişewite!

Û bavê min davê ber hev. Dewreş li ser pişta Hedban dibe rihistînê Gêsa û Tirka, biajo şervano biajo. Ew kulê tirsê ne û tu jî xwarzî yê Beraza yî. Bikşîne şurê xwe,bikşîne! Kî bireve ne ji pişta bavê xweye.

Bavê min cixera çara jî pêça,pêçî yên wî ji nikotinê zer bune,hema tituna Kawî ya bavê min tîne eşqê. Bi serê Eyşa Welo be,bi nexlê hespê Sexdun be, tu tiştekî tahm neda min bîna şevên ku bi şorên bevê min ronî dibun.! Ji deşta Herranê hetta Endulus ji îstenbolê hetta kiracê Qerajdaxê rehm dibare li derve. Tê bê qey ezman virikî buye!

Nigê hedban kete qulemişkekê û ket xwarê Dewreşê Şerkî. Pişta xwe spart kevirekî wolkanîk û got; "sîmêla min badin dolbenda min çê bikin,bira Edul min di vî halî de nebine" min wê gavê fehm kir ê bi serketî Dewreşê û ê daye der emin. Min wê gavê fehm kir,hinek dijîn hinek dinîvisin!

Çay hat,bavê min qeserek kur û dur kişand.ez ne şaş bim li trajediya Çîlo yî îzolî difikirî. Û ez ne şaş bim ji Şengalê heta Kela Mehmudoxlî bibu hevalê Dewreş bavê min. Ji hilke hilkê nikanî bu cixara xwe vêxista! Ez işk bum li cîhê xwe,bîna min çikiya. Bavê herkesî hinekî Dewreşê. Bavê herkesî hinekî qehremane. Bavê min qehremanê şevên min e, bavê min tahma kiziriye di bîra minde,firo yê biznî ye bavê min. Û ez bavo û ez hebkî kelogirî hebkî tahm kereng im. Hema bavo ez êdî pir derengim.! !

Hezîran/2013
Riha

Feridun Urfa
Kayıt Tarihi : 20.9.2013 14:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Cırcır böceği ve kurbağaların sesi bölünce geceyi ve karanlık çökünce hüzne,hep baba hatırlanır,hep! şiirin şiiri >> http://fizy.com/song/hekim-sefkan-barana-seve/3yflls

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Feridun Urfa