Demên Cinobet Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Demên Cinobet

Ez ne rêwîyê ku diçe babîlê me
ne jî li asurê westa xwe danî
ez mizgînîme,dixemilînim
heyalên zarokên suretqemer
agirim di nav dilan de geş dibim
peyvikek wunda me ji devê Zerdûşt
qêrînim li du rastîyê dibezim
li Mezopotamya yê
hevîya hovên bêînsaf're maye
şaristanîya axa pîroz
lê binêrin...
gelê min pêçaye dem ên cinobet
tarîtî li ser me hatîye ferzkirin
çend çax derbas bûne
bedenên ji çarçiqê û tarîtîyê
dêhlik ê hejar
ew bedenên cinûs û binaxkirî
çend çax wê derbas bibe
çend yezdan bun şahid heya îro
ew çûkên ebabîl lavayî li Nuh kirin
û rondikên gelên ku girîn birkiri.

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 7.8.2014 13:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş