Dem Agıre Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dem Agıre

Lo dilo dilo rebeno lo dilo xem û keser dilo
Ev çi rojeke behîte û ev çi demeke reşe,
Û hezaran leşker hatin bi tankan, gule direşe
Agir dibare axa me! neyarê me jî pir wehşe.

Lo dilo dilo dilêşo lo dilo xemgîno dilo
Hezaran leşker hatin, heldişin malên gundane…
Ev dem ev serdem agire, xwîn dikişe wek çemane;
Qêrinîya zarokane û hawara dayikane.

Lo dilo dilo bêkifo dilo lo dilo melûlo dilo
Ev çi arîşe li me ye? ax war welat me qopane,
Her der me re Qilaban’e û tevkujîya Kurdan e
An gelîya berezan e, an jî Gelîya Zîlan’e…

Lo dilo dilo êtûno lo dilo agiro dilo
Ev dilşahîya me nine, ji hewarî nav me şîne!
Neyarê me Roma dine her dem bi tank û topane…
Avêtîn sê sed gulane, pir germe me dihelîne.

Lo dilo dilo zor birîndaro lo rebeno dilo
Dijminê me berizîye û aştîyê nahewîne,
Tim şerxwaze û tim tole, goşt û cane me dikoje
Bi ser axa me Kurdan’e, em nadin war Kurdîstan’e.

Mehmet Çobanoglu
21.06.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.6.2012 02:17:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Megan Goldberg
    Megan Goldberg

    The music's good, but the way you listen with such focus is even more captivating. Care to share what emotions it evokes in you?

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu