Ez çûm tu mayî
Çûyîna min mayîna te bû
Di lêvên min de navê te
Di destên min de desmala te
Di dilên minde kesera te ma
Ez çûm tu mayî
Çûyîna min mayîna te bû
Te digot here...
Ez diçûm tu digirîyayî
Ez diçûm te li dû min dinêrî
Çavên te diman li dû min
Te rondik dibarandin li pey min
Tu bûyî germahîyek nav dilê minde
Gihîştina te ji minre dibe hêvî
Dema ku bê te derbas di be
Ji minre di be diltengî
Vediciniqim ji xewnê kûr
Digerim li der dora
Lê tu tuneyî
Ez dizanim
Ez çûm tu mayî
Çûyîna min mayîna te bu
Şev û rojan cih guhartin
Çavên vekirî
Xewnerojkan de te dibînim
Tu di nav keskesorê de xuya dikî
Rewneq didî çavên zarokan de
Herikandina avê
Pêlên çema
Hênkaya êvarê
Bûyî şewat ketî nav gotinê min
Kolanên tenha da
Sîya te dibînim
Ez çûm tu mayî
Çûyîn a min mayîna te bû
Te xewnê min dixemilandin
Çavên te li derî diman
Awirên min asîman
Roj li min bû meh
Meh li min bû sal
Ji kula evîna te
Ez mame bê hal
Ez çûm tu mayî
Çûyîn a min mayîna te bû...
07.Ocak.2014
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 8.1.2014 08:42:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!