Çûyîna Bêwext Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Çûyîna Bêwext

her bi xwe dikir
diçû
ber bi pêjna dilê xwe
di nav bêdengiyê re
bi hêminî
bêpêjn
û bi tena serê xwe

li ser rû,
kenekî tirş xwe dida der
çavan biposîde dinêrî
lê tu car
bes tu caran serî neçemand
li ber tu kesê
tu car nihişt neyarên wî
lê kêfxweş bibin

her serbilind bû
wekî qertelekî asîl
dizanî xema xwe
bi sîleha milê xwe bipêçe
berê xwe bide wêrana dilê xwe
û lê çal bike
hemû birînên xwe

2003-12-01/ Amed

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 15.9.2004 13:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz