Yek hebû, yek tune bû,
Dinya hemû zarok bû.
Jiyana wan qedekê bû.
Ez çiroka bêkesim.
Me digot bi biratî,
Ev e rêya aşitiyê.
Dil û ceger şewitî.
Ez çîroka bêkesim.
Ew gotin ji zarokan,
Helbestiya çîrokan.
Ew do hebûn, îro ka?
Ez çîroka bêkesim.
Di destê me de şekir,
Li mirovan belav dikir.
Bav û kalan xêr dikir.
Ez çîroka bêkesim.
Li çiyan kulîlk vebûn,
Tunebûn û hebûn.
Bi dar û gulan şad dibûn.
Ez çîroka bêkesim.
Kayıt Tarihi : 31.07.2014 10:55:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!