ÇEND ŞIL DIBÛ
Şil dikir..
Camên bihilmên ku yên min,
navê te lê nivisî.
Min guh da dengê baranê.
Kursiya texte ji dengên girçîn,
xirab dikir bêdengiya mezela min.
Radihiştim pacerê yê.
Kolan di bêdengiya xwekujîyê de...
Baran hêj nû sekinîbû ku,
birûskan li pey hev,
dest dihavêtin bêdengiyê.
Dîsa despê kiribû baranê.
Gavên bezînê jibo ku şil nebin,
dibezîn du kes!
Tiştê ecêb her du jî şilbûn.
Dilop, li dîlîtiya banên ax yên sor diketin.
Çend baran barî,
êvar berisîn,
hildibûn lempe,
di şevek bêdeng û tenê de,
fetisîn bêtetî.
Pêşve diçû dem..
Çend baran dibare,
şil dikir, navê te.
Kayıt Tarihi : 21.4.2019 18:42:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!