Pakrewanê min ez bi qurban te bim
Kurê min bi rojane ez te digerim
Berxê min li min kesere min kedere
Her cî xera kirine ez te nabînim
Lawê min tu li ku yî? Li min fîxane
Li navberê Amed’ê her der duxane
Munzur ez qurbana bejnûbala te bim
Baxlar hilşandine her der lê ruxane
Ax roj tarî bû bêkêfim ez bêhalim
Ez bo te bimirim ez bo te dinalim
Ev rojên reş qîr û qetran min re zore
Çima darbesta te tune? Nalenalim
Ax kurê min em mexdurin em bêzarin
Şîna te pir zore Gogsî’yan dizarin
Dewleta Rom’ê tim qatilkare
Kurd hatin qirkirin bi hezar- hezarin
Şervanê gelê me min bêrîya te kir
Me di nav dilê xwe de welat ava kir
Egîd û şehidê Kurdan Cemil’ê min
Me darbesta te nav dilê xwe de çêkir
22.04.2016
Stenbol
Kayıt Tarihi : 22.4.2016 20:19:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/04/22/cemil-e-kurdan.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!