Şeng û şahî dilşahî, rabin werin dawetê
Welle bille dîlan e, em bikevin govendê
Zava xortê Kurdan e, bûk jî qîza Fîlan e
Dengê def û zurnayê, em şên bikin govendê
Evîn û eşq pir xweş e, dil jî bo evînê ye
Xort û qîzên gelê me, werin werin dîlanê
Rewan şara Fîlan e, Îdir şara Kurdan e
Şeng û şahî dilşahî, rabin werin dîlanê
Heyverona xwezayî, bibare bo dîlanê
Rabin serpê şên bikin, li qada vê govendê
Erez îşev dinale, ji şahî û kêfxweşî
Dengê def û zurnayê, bixemilînin qadê
Bûka Fîle xweş zane, xew jî bûka Kurdan e
Li bo bûkê û zava, rabin werin vê danê
Wek bejna Araratê, bejna bûkê zirav e
Şeng û şahî dilşahî, rabin werin dîlanê
Zava xwarziyê me ye, xwe egîdê gelê me
Aram e dilovan e, xelat hanîn pêşiya me
Her du alî bûnê yek, yek bûk e yek jî zava
Bûk û zava kêfxweş in, dilşadîne ji bo me
Çemê me yê Erez e, kûr dikişe her û her
Dîlan e û govend e, keça Fîle bûka me
Dem xweş e zeman xweş e, dîlana me dimeşe
Kom bûn hatin gelê me, şewqa wan ket
dilê me
Hatin hatin tev hatin, met û xaltî tev hatin
Qîza Fîle bûka me, zava xortê gelê me,
Lêxin lêxin lo lêxin, dengê defê xweş lêxin
Şeng û şahî dilşahî, geş bikin daweta me
Bangî qîz û xortan kin, koma wan jî tev rakin
Şahî şengî dilşahî, bila bênë dîlanê
Bo bextewariya geş, mûman bi çiran pêxin
Bi kurdî bireqsin, pozên solan erdê xin
Mehmet Çobanoglu
04.11.2010
Stenbol
Kayıt Tarihi : 4.12.2010 21:11:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!