Bûka File Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2543

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Bûka File

Şeng û şaî dilşaî rabin werin dawetê
Wele, bile dîlane dikevin nav govendê
Zava xort ê Kurdan e bûk jî qîza Filan e
Deşt û zoan pir xweşin dil jî war ê evînê

Zava lawê Îdir ê bûk jî qîza Rewan ê
Pir rinde û pir bilind li bejna Ararat ê
Keçik File kî zane xwe jî bûka Kurdan e
Şeng û şaî dil şaî rabin werin dîlanê

Xortê me xwarzîyê me egîdê gelê me
Aram û dilovan diştekî xweş da me
Gur dikişe kûr dikişe çemê me Erez e
Dîlane û govende Keça File bûka me

Kom bûn hatin gelên me şewq jî ket dilê me
Kurd daxwazin aştî qiza File bûka me
Lêxin lêxinde lêxin dengê defê xwş lêxin
Şeng û şaî dilşaî geş bikin daweta me

Hatin hatin pir hatin met û xaltî tev hatin
Bangî qiza, xorta kin koma wan jî tev rakin
Şaî,şengî dilşaî rabin werin dîlanê
Bireqsin nav govendê pozê solan erdê xin

Rewan, îdir tim germin şew jî xweş bû li bo me
War û welat şêrine her qunc ê wê mala me
Bûk û zava jî rakin bînin têxingovendê
Çepikan ji li hev xin şên bikin dîlane me.


04.11.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 4.12.2010 21:11:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu