Gava  dibe  évar  agir  dikeve  dilé min
Zaroktîya min  té  bîramin 
Birçîbûn  hevaléme bû    em  béxwedî bûn
 Lastîké  reş  û  goré   qelişî  pîyéme da
Derd  û  keser  dilé me da    nanekî   germ
Herdem  xeyaléme da…..
Gelé me pir  xerab bû  Bé  ziman  û 
Bé  çîrok  bû
Li  eşkere  tişk  tûne bû  zilm   hebû
Kûştin   hebû    û  dilé me da  agiré békesî yé
Mezindibû
Gava  dibe  évar  agir  dikeve  dilé min
Malén  xerabe  téne  bîra min
Gundé  şewitî  û  zarokén  bébav  mirîyén
Béxwedî…
Ev  dil  herdem  digîrî  herdû   çavan  û
Derd  û  keseran
Feodalén  bénamûs  téne  bîra min
Ez  ji  wana ra nifira  dikim  û  didime  xebera
Bila  afata  xweda  li  ser  wana be
Qehremané  demoqrasî  û aşitî  yé  tén bîra min
Ez  slawa  dişînim  ji  wanara
Cîhan  té  bîra min û  şeré  mazlûman
Li hemberé wî  zorbetîya  emperyalan
Zarok  digÎrîn  ji  ber  zilmé  dayîk  axÎn  dikin
Dilé  birîn……
Gava  dibe  évar  agir  dikeve  dilé min
Xwedayé  alemé  té  bÎra min
Milletén  bindest  zilm  û  talan
Zorbe  bûne  xwedan  xwin  çûye  ewran
Ez Jî  desté xwe  radikim   dibéjim   ey  xwedayé
Erş  û  alan
Tû  heq  bi  heq bikî    ji  wî  agirî    dilé me da
Derxînî……
Kayıt Tarihi : 18.5.2016 00:09:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!