rindika rûken ez xelîçeya eşqa dilê fedekar li ber lingên te radixim ji kaniya bîbikên melûl şerbeta şewq û şemala te vedixwim bêhna te di lerza kefa destê xwe de vedişêrim derd û kulên min pir giran in birîna êş û xeman bêderman e li dûrî hesreta te bi lezeta şereba eşqa îlahî mest dibim têlên tembûra axînkêş qetiyan şewqa çireya temenê hejar temirî kulîlkên baxçê giyan çilmisîn feryad û fîxanên kezebşewat bêdeng dibin li xerîbiyê deriyê koşka evînê kilît bû kêf û seyrana li nav kolanên şad herimîn gavên hêviya demên ciwan kûd bûn pênûs li ser rûpelên destanan hêsiran dibarîne kêfxweşiya rojên germ veguherîn qêrîna zîndanên sar dil li nav êşa parsûyan westiya gewriya helbestê di dûmanê cixarê de fetisî ken û girîn di kîn û nefreta felekê de hatin ji bîrkirin av li çiyayên îsyankar sergêj diherikin ba û baranên payîzê di kovanên xwe de kemijîn were bi hezkirina gotinên milîtan kelecanê bigihêne aramiyê salên cemidî bi germiya henasa xwe bihelîne bi maçên lêvên cirifandî biharê geş bike û pêşkêşî min bike Xizan Şîlan 2011-06-06 Stockholm
Xizan ŞîlanKayıt Tarihi : 1.3.2012 01:36:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!