Tu sixtekarî, xayînî, ji min ra dibêjî 'bira'
İnkarîya min dikî, didî ber kuçik û kevira
Heq û hiqûq nasnakî, xiraptirî ji gawira
Ma ev biratî ye, tu hakimî û ez wekî êsîra
Radibî, rûtinî, ji devê te kêm nabî wekhevî
Tu zilm nekî, dev ji derewan berdî, ji min bi hewî
Ezê bextîyar bim, azad bim, bistînim serkevî
Wele tu xayînî, ne ji dil û canî, bitenê ji devî
Li cem te geleke bê ehleqî, li te tune dîn û îman
Te min kirî ye nav ezîyetê, hiştîye bê zar û ziman
Feqîr û belengaz kirî ye, hiştî ye cahil û nezan
Ezê miheqeq ji bin zilmîya te azad bim, tu vî qenc bizan
Kayıt Tarihi : 20.8.2007 16:44:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Gelê Kurd bi zanebûn kirine nav belengazî û nezanîyê. Belê her roj di radyo, televizyon û rojnameyênx xwe da dibêjin li welate me demokrasî, edaletî, wekhevî û biratî heye. Bi derewên xwe, bi fetl û fêlên xwe gelê Kurd ji bi xwe ra dixapînin. Belê ev xapandin heta kengê? ...
TÜM YORUMLAR (1)