Daê awazeke kûre dîsa bi nav dilê min de
Fîxaneke pir mezine, derdê min derdekî zîze
Çikandin nav canê min e; xeme, êşe û kesere
Tûje, tehle min dêşîne, mînan maran jî vedide
Ketim nav mij û dûman, newal-kendalan û çiyan
Tu jîyaneke nexweşe ez rêvîme rê nabînim
Birc û bedenên dilê min hemû ser min de helşîyan
Bûm pepuk, gur û wawîkên ber ba -bager û bahozan
Daê ez bilbilên bê gul û bê şax, gelên bê war û bê welat
Sara zivistanê de mam, pêlên deryan jî li ser min
Daê bêhna min dernayê difetisim, dixeniqim
Ka niştiman ka gorîstan? Ez çenge ax me dixwazim
Ser dil û kezeba min de navê welat binîvîsin
Lat û zinarên Muş’ê ve û gora min bixemlînin
Bo min helbestekî çêkin ser de pê zimanê Kurdî
Bidin hozanan, dengbêjan bila nav de jî ax hebe
Mehmet Çobanoglu
28.01.2012
Yildirim
Kayıt Tarihi : 30.1.2012 20:18:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!