Bilbila Zer Dîwane Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Bilbila Zer Dîwane

Mij û moran dûxane
Rojan e dil şîvane
Ez çibikim gula sor
Bilbila zer dîwane

Bi dil û dildarî yê
Tu tim gula bedewî
Rojane te arane
Ji evîn yê bêxewî

Ji kederan, xemane
Sor gula geş dinalî
Bilbila zer pir dûrket
Bax baxçe man xalî

Bilbil bê per û bask ma
Bêzar ma bêziman e
Gula sor jî çilmisî
Lolo ev çi zeman e

Derd jî derdê bilbile
Ev girîna dilê ye
Kerî, kerî agire
Ev birîna gulê ye

Gula sor jî berxweket
Şewat ket nav canê min
Loma ax tov nagire
Xem jî ket nav baxê min

Gul bilbil re evîne
Dil jî gul re hêvînin
Ji dor jî min pêçane
Xîç û kevir, devînin

Mehmet Çobanoglu
02.02.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 2.2.2023 00:03:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu