Tu kenekî dikenî
Caran tehl caran şêrîn
Ser wan lêvên şorax de
Kam lê tune dîsa jî
Hemû dilan şa dikî hêşîn dikî
Tirêjên ber çavên te
Ronahî vedidin
Dibin roja ronahî ro didin bo gelên me
Nav zevîyên tavê de
Wek gulan û kulilkan
Roj bi roj pir geş dibin û xweş dibin
Ser dêmên te de xal xalin
Lê bedewê lê şêrînê
Dilê te de welatê me
Axîneke kûr ji lê tê
Xem û xeyalên me nav de
A niha ji tu bêfirşî
Kurdîstana me daxwazî
Ew diyarê me Kurdan e
Wergehê bav û kalane
Wek çavê te pir zelale
Bo gelên me tim jîyane
Bixwaze keça Kurdan î
Tu Havin’î tu Berfîn’î
Berivan’a gelê me Xweza’î ya me Kurdan’î
Keça me keça Kurdan
Kenê te jî bilind bûn heta ser asîmanan
Bikene têr bikene xwîşka me xweş bikene
Her dem jî şeng û şaî bi her rengî bikene
Qulbike şevên tarî berbanga me geş bike
Roj hilat war hat xuyan
Gul, kulîlkên me jî sor bûn
Bikene têr bikene bêfedî bikene
Kurdîstan’a me şên bû
Gul bi gul palepal gulan vedan
Stêrkan xemilîn şeva me
Roj hilat ket axa me
Berbanga me heşyarbû
Navde rengê kesk, sor,zer
Bikene xwîşka me û keça me
Rizgarî pêl û pêl diheriqe li bo me
Jiyane me jî xweş bû
Bikene têr bikene bêfedî bikene
Tu Havin’î tu Berfîn’î
Berivan’a gelê me Xweza’î ya me Kurdan’î
Dozvanê gelê me yî
Keça Kurdan dil Kurdîstan
24.09.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 25.9.2011 14:28:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2011/09/25/bikene-keca-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!