Zivistan çû bihar e; baran hat hûr dibare
Axlêv li me heşîn bû, warê me gulîstane
Şeng û şaî dil şaî em dixwazin rizgarî
Gul vedan gulîstane axa me Kurdîstan’e
Bihar e xweş bihare dengê ava çemane
Gul vedan gul, kulpikan baxçê me gulîstane
Berx û kara berhev kin, şûn dûre em rêwîne
Barê me de konê me, em diçin jor zozane
Pal û mêrgan de gulin mêze kin Kurdîstan’ê
Doralî gulîstane Betlîs, Qers’ê, Amed’ê
Havîn e dem bihar e, sur û seqem qedîya
Lema lema Erez’e deng jî ket nav Firat’ê
Bajarên me pir xweşin, zimanê me şirîne
Doza me netewî ye, berxwedan tim jîyane
Zivistan çû bihar e nêta me de xweşî ye
Hêvî yê me welat’e, tê de dengê şêrane
Werin werin tev werin axa me de jîyane
Ez qurbana we gelan, me re bihar, havîn e
Zivistan çû bihare em diçin nav zozanan
Bihar e xweş bihar e barê me de şabûne
Mehmet Çobanoglu
16.05.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 16.6.2011 09:18:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2011/06/16/bihar-e-xwes-bihar-e.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!