Çiyan de mij û dûmane
Li deştan de gul vedane
Rûyê yarê qey bihare
Li bişiran serîdane
Xwezî her der gulistan be
Bêyar, bêwar jiyan nabe
Dil daxweza can daxwaze
Her tişt mîna biharê be
Dilo bêhis, bêhay nebe
Wele, bille bêyar nabe
Her tişt milk û heyîn nine
Pere, bul ve şadî nebe
Dilo kul bêhis yê tê
Rabe werê muhebetê
Awirên yarê meferî ye
Bîhna gulan li yarê tê
Bîhna gulan bîhna xweşe
Birû yê yarê geş û reşe
Ser dêman de gul gulî ye
Kenên yarê pir keleşe
Mehmet Çobanoglu
24.03.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 24.3.2020 16:14:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!