Lava dikim min fêm bike
Min bîr neke, dil min veke
Soz bide min, min dûr neçe
Birîna min kûr veneke
Benda te me, were rehmê
Bi evînê were ba min
Derd li min e, derman ba te
Dil eşkere ware ba mim
Yar ez axim, tu çiqil î
Bûm riya dûr vedigerim
Tu gula ser çiqilan î
Wele her dem te digerim
Roj min reş bû, dil min wêran
Min bawerke were ba min
Li destê te de roj heye
Berbanga xwe bide ser min
Bayekî sar ser min de tê
Hildiweşim min hemêzke
Hêvîdarî min binêre
Ji bo min tu xwe min nêzke
Mehmet Çobanoglu
10.12.2023
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.12.2023 16:12:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!