Dan ze salê dengê te me
Tu nizanî Besîma min
Şev roj rêya te dipe me
Ka dê were Besîma min
Çavên min rêya te kor bûn
Li benda te xezala min
Dilê min ji te re şewitî
Ka dê were Besîma min
Tu ku mayî dûr ji ber min
Were were nav xewnên min
Were were gulên sor min
Were were Besîma min
Bihar hatin bi gulên xwe
Navê te li dilê min e
Bê te şev tarî û bê deng
Ka dê were Besîma min
Roj dibore, sal diçe dûr
Hasreta te li min dimîne
Her şev navê te dibêjim
Ka dê were Besîma min
Li ser rêya te ez mame
Bi hêvî li benda te me
Dengê te di bîra min de
Were were Besîma min
Gul li baxçeyê vedibine
Lê bê te rengê wan tune ye
Dil ji bo te stran dibêje
Ka dê were Besîma min
Kul Ortak li benda te ye
Dilê min ji te re girêdayîye
Her nefes navê te dibêje
Were were Besîma min
KUL ORTAK
Baki OrtakKayıt Tarihi : 29.08.2026 19:06:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!