Bêrîvana Li Zozanan Şiiri - Mehmet Çoban ...

Antoloji.com mobil uygulaması Şiirler, şairler, mesajlarınız ve gruplarınız telefonunuzda. iPhone ve Android için ücretsiz. Uygulamayı İndirİndir
Mehmet Çobanoğlu
2782

ŞİİR


18

TAKİPÇİ

Bêrîvana Li Zozanan

Roja min ket şadanîyê
Av dikişe ji kanîyê
Keça kubar şîr didoşe
Mîh jî kom bûn pêş kanîyê

Bêrîvanê kubara min
Şêrîna min, delala min
Lê kulîlka mala bavê
Were destê xwe bide min

​Keça kubar tim kubar e
Hebûna wê min diyar e
Tu hewzanî ew xelat e
Kenên wê jî wek bihar e

Xweş dikale, bi xweş denge
Berxê mor jî şuxûşenge
Keça kubar bêrîvan e
Tim qeşeng e, pir jî şenge

Dem ne sar e, ne jî germ e
Bêrîvanê dil te nerm e
Kubar, kubar kubara min
Yar dimeşî girme girme

Were bibe germ nanê min
Bêrîvana qîzapa min
Bêrîvanê, bi dil û can
Kubar kubar, delala min

Mehmet Çobanoglu
14.08 2026
Gürpınar

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.08.2026 12:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!