Rewşenbîra gelê Kurdan
Berxwedan e serheldan
Qîza mêrxasan, camêran
Keça Kurdan, şêrê Kurdan
Tu Berîtan tu Şadan î
Delal, tu keça merdan î
Keça Wan'ê û Dêrsim'ê
Tu şervan î tu dozvan î
Keçê, xweşika hogiranî
Ser bilindî, wek çiyanî
Em hêviya biharan e
Tu kulîlka zinaranî
Tu şervanê bindestanî
Qet natirsî! Tim pîyanî
Tu firsend nadî nezanan
Tu hêvî ya me gelanî
Tu şêrîn î, zehf delal î
Karxezala ber meral î
Tu Keçî keça Kurd'an î
Wek şefqa dil zelal î
Neyarên hov te fêmnakin
Rêya qenc î yê venakin
Keça serwext, keça Kurdan
Mirovên nezan şa nakin
Şoreşa me birqebirqe
Roj bi jinan dibiriqe
Bijî bijî keça Kurdan
Ava peng tu naheriqe
Keçika Kurdan rewşenbîrî
Ev roja reş me qemirî
Her tişt zanî, dilê te geş e
Mîna roj ê venamirî
Mehmet Çobanoglu
15.05.2024
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.5.2024 18:38:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!