Ber Sîpanê Xelatê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2549

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ber Sîpanê Xelatê

Ez ava nav çeman im
Ez Dîjle û Ferat im
Diherikim, dikişim
Jiyanê re tim jîn im

Ez Çewlik, Muş û Wan im
Bajarên nav welat im
Ser deşt û zozana de
Ez bo gelan diyar im

Ez warê Mem û Zîn im
Gul,kulîlka hêşîn im
Salane pir xemgînim
Ber Botan’a şêrin im

Ez wargehê şêran im
Diyare kî pir kevn im
Her der min re şefeq e
Ez Xarpêt û Dîlok im

Ez hesin û Polat im
Dozvanê Kurdîstan im
Ber Sîpanê Xelatê
Pakrewanê Xerzan im

30.08.2014
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 30.8.2014 22:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu