Ber Kêran û Gîzan im Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ber Kêran û Gîzan im

Ez nexweşim, birîndarim şevan, rojan ez dinalim
Dem jî bo min pir xerabe tim diçe, tê dora min e
Diyarê xerîbîyê de nav de jiyan her dem zor e
Kezeba min perçe perçe, serê min de mij dûmane

Nexweşxane ser palane min avêtin ber kêrane
Ne birazî ne jî xwarzî ne xwîşke û ne birane
Ev çi gave çi demane ax dibe ku min mirine
Demsal sare kul yemane pişika min ber gîzane

Ez helîyam tim kelîyam dert û kule para min e
Dengê pepuk, şevşevikan, qaqlîbazan bi ser min e
Halê min e dişêwirin bijîjk kom bûn li bo min in
Xwîn daxwazin xwîn distînin, ev bajara jî Stenbol’e

Payîz zû çû zivistan e, hewa dûman roj barane
Janek ket nav kezeba min, tim tîr dide min dêşîne
Nexweş bûn jî qet ne tişte dema dost û bi heval bên
Heta bêhna min jî hebe bawerîya min Xweda ye

Bêjin hemû keç û bûkan hemû mezin û biçûkan
Hev re kom bin bo min werin bibin dermanê derdê min
Ne bave û ne biraye xwîşka min jî vir tuneye
Ez ketim ber kêran, gîzan pişik a min de êş heye

Ez Îsmet’ê kur ê Rizgo xeyalê min de Şewan e
Halê min bêjin gundîyan“ pir xirab e pir nexweş e
Ne heneke ne jî derew birîna wê jî zehf kûre
Tek ode ke li navde ye her derê wê de xortim in”

Mehmet Çobanoglu
11.12.2012
Sûreyyapaşa

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.1.2012 00:03:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu