Ber Kêr û Şûran Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2548

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ber Kêr û Şûran

Lê lê lê dayê keça bêbext û reben dan ber kêran
Lêdan dixwe bav û biran, ap û xalan hemû mêran
Hewarîya min Yezdanê jor, Xweda’ê alemê re
Ev çi afete ser jinan, mêr xwe dişibînin şêran

Lê lê lê dayêkê keça belengaz dan ber keviran
Xwîna gewez jî dikişe û hire hir ket nav mêran
Tu fersend nadin keça qemer piçek jî rabe ser pê
Ev çi bîryare û kevneşopîye ji bo hemû jinan

Ax rebenê birîndara bêr û kêrên, bav û biran
Hêstirê çavên te dikişe wek ava nav newalan
Qet guneh te tune bi qasî pirîsk-e misqalekî
Ax ev çi belengazîye tu ketî ber kêr û şûran

Keçê bextbireşê tu tim berdestîyê bav û biran
Tu berendama hêwîyê û berdêlîya van mêran
Jiyana te qut kirin tu bi hêdî hêdi dimîri
Li bo te azadî tune mîna hemû qîz û jinan

Te nehîştin dibistanan, ax tu nebûyî xwendevan
Qîz û jin û hemû pîrek bûn boraqên feodalan
Mêrên bêfedî mêrên zorbaz û hemû mêrên kujer
Bav û biranên serhişk, şêx û axan hemû karsazan

Lê lê lê dayêkê keça qemer nale nal dinale
Lidan dixwe li mêran ber kêr û şûra, gulane
Ev pergala faşîstane ev dewleta zexelane
Lêbelê rizgarîya bo keç û jinan şoreşî ye

28.02.2011
Yıldırım

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 3.3.2011 12:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu