Bejn û Bala Xweşik Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
110

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Bejn û Bala Xweşik

Bejn û bala xweşik çavê reş belek
Pora pêl û pêlî, tebîe't melek

Allah'u masallî ala Muhemmed
We ela alî, alî Muhemmed

Dinanê mercanî, nêrîn wekî şêr
Tu canê cananî, bi hindikî têr

Nêrîn wekî rojê, kulîlk bêhna te
Dil nebînê rojê bibîn ruwê te

Ne kurte bejna te, ne ku dirêja
Tu wî helbesta devê dengbêja

Meşa li wî xweşa, başî ji wî ra
Ew ruwêwî geşa, hurmet ji wî ra

Ronahîya li wî, heyvê hildayî
Baş û qencîya wî alem hildayî

Li me ew rahmeta sedemê cennet
Li dila şerbeta li can letafet

Rêya têve çoyî xilasî pê ye
Hişdar tê de çoyî geşî bi wê ye

Helbest, Lekbêj, ilahi

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 5.3.2020 18:21:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari