Bedlîs, Tetwan û Harran

Mehmet Çobanoğlu
2726

ŞİİR


18

TAKİPÇİ

Bedlîs, Tetwan û Harran

Neyarên me pir wehş in
Can bimeşin, bimeşin
Ji Amedê, ji Wanê
Gulên vedan pir geş in

Bedlîs, Tetwan û Harran
Em terk nakin tu caran
Gel bo welat li pê ne
Dibêjin: "Em in ev welat"

​Welat me bû canê me
Ew ket li nav ruhê me
Me soz daye vê axê
Ew axa berhema me

​Neyarên me pir wehş in
Can bimeşin, bimeşin
Ji Amedê, ji Wanê
Gulên vedan pir geş in

Em ser çiyan digerin
Em şêr in û bêxof in
Li ser rêya azadiyê
Em şabûnê dixwazin

​Dengê me ket asîman
Ji bo axê, ji bo can
Em bûn wekî lehiyê
Diherikin her zeman

​Gelên bi hêz nawestin
Zencîrên zeng şikandin
Dibêjin: "Em şervan in"
Sozên gelan tim rast in

​Kurdistan bo gelan e
Bax û baxçê gulan e
Xort û keçên Kurdistan
Li benda azadiyê ne

Neyarên me pir wehş in
Can bimeşin, bimeşin
Ji Amedê, ji Wanê
Gulên vedan pir geş in

Mehmet Çobanoglu
01.04.2026
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 1.04.2026 23:47:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!