Bawerî û Rêwîşt, İnanç ve Ahlak

Zandar Amari
110

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Bawerî û Rêwîşt, İnanç ve Ahlak

Eger bê ucdan bî, dilovanî tunîn bî
Deka bêje rojiya te girtî ji çi re ye?

Di nav xwarina te de bahra xîzan tunîn bî
Deka bêje heyvekê birçîtî ji çi re ye?

Cîranê te birçî li nav nivînê xwe razê
Duwazdeh heyvan rojî bigrî jî ji çi re ye?

Eger bi şaşî bi pîvî bi virî bi peyvî
Deka bêje Mislimanetîya te ji çi re ye?

Eger tu keda destên xelkê her bixwî
Deka bêje rih û şaşika te ji çi re ye?

Tu bi kirin û gotinên xwe dil bişikînî
Deka bêje çûna mizgefta te ji çi re ye?

Bi bertîl û mertîlê karê xwe bi rê bînê
Deka bêje nimêja tu dike ji çi re ye?

Tu bi vir û derewan bikê danûstandinê
Deka bêje ew îbadetê te ji çi re ye?

Bi pirdeq û bertîlê tu malê xwe her bînê
Deka bêje zikata te dayî ji çi re ye?

Ger ji qirêj û nebaşîyan xwe dur nekî
Deka bêje ew secdeya te ji çi re ye?

Eger bi hevsera mala xwe re xwehrî bikî
Deka bêje ew gotina xweşik ji çi re ye?

Bi keda destên xelkê ger tu bibê dewlemend
Deka bêje medres û ilmê te ji çi re ye?

Bi kirin û dilê xwe tu nebî bawermend
Deka bêje ev qasî xebatên te ji çi re ye?

Bi wan pereyên heram hazar mizgeftan çêkî
Deka bêje ew karê bi westayî ji çi re ye?

Di nava mirovan de her seb û fîtnê bikî
Deka bêje xwendina zikrê te ji çi re ye?

Ger tu ayetan fêm nekî û wekî wê nejî
Ka bêje xwendina Qur'ana te ji çi re ye?

Ger jiyana te ne jiyaneka îslamî bî
Deka bêje ew heca tu çûyî ji çi re ye?

Ey xwendevanên vê helbestê qenc bizanibî
Ger mirovatî tunebî dîn û îman ji çi re ye?

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 1.4.2024 23:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari