BAVÊ MIN
Kenê min dişibin kenê bavê min
Bavê min ê dil çelmisî
Dilê min jî diçelmise
Li ber dengê bilûrvanekî Birînê bavê xwe bi teşiyê dirêsim
Li ber dermanên birîna bavê xwe
Ez sancoya hekim dikişînim
Ez jî kal dibim
Wekê bablîsokê serê min mest e
Û temenê min diçe
Taviya baranê reşqît hilbû
Ji Pîra Bedê Xwe diavêt Qonaxa Xaço
Dengê Mizgîn dihat
Zarîna guhê min Min digot bavo ev çi
Dengê Mexa Nurî ye
Dengê zîz Dengê bavê min jî xweş bû
Helbestên xwe di kûrahiya
Dilê xwe de diveşart Stranê xwe jî bi awazî distirand Peyvê min ê hilorî asîman dibin Xwe diavêjin ser baskê Jupîterê
Xwina min dikele di bin panika
Bavê min de Bavê min kîjan bû Şoreşger û xebatkar
Carna şîv tine bû
Dîsa jî ne digot ez mam birçî
Ev çi hal Qet ne dida pey mele û şêxan
Bawer dikir ji ol û imên
Gelek şêx û mele pala xwe dabûn
Sîwana desthildara
Xwedî heq bûn
Ne ji bo ol û ne ji bo imên Sund dixwarin
Digotin xebat ne ji bo berjewandiyê
Dewleta Tirkan Ne mele û ne jî şex Ji mirîd û feqiyan re Qet ne dikirin qala Kurdan
Bavê min qet hez nedikir
Ji mîr û axayan Ne diçû civata began Cotkar û kole gelekbûn Li cıvata wan
Û dengbêja pesnê wan didan Bavê min
Hez ne dikir ji serokomar
Serok wezîr u hevalên wan Mirov tune hesibandin
Cudahî xistin nava gelan
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 20:15:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!