Her carek kû tû tê bîra min,
di qada bîranînên te de,
wenda dibim.
Ew rûye te yê bê guneh,
kenê te yê wargeha sosinan,
porên te yên kû di çemên
bêkesiyê de hatine şûştin,
dibe xwê li ser birînên dilê min.
Çend carên din,
wê roj bê te avabiçe ?
Ta kengî bêhna te
li ser balîvê xwe veşêrim ?
Çend şevên din
ezê xwe bi xewnên te bixapînim ?
Hê li ser çend rêyên din,
ezê hesreta te bidim hev ?
Ew roj wê kengî bê,
da kû ez hemêza xwe
bi germahiya dilê te dagirim ?
Hê çend meh û çend salên din
ezê sêwiyê pelpitîna dilê te bim ?
Hê di çend bahoz û bager,
di çend gît û teyrokan de,
divê ev dil hilweşe ?
Piştî çend lê gerînên din, yên navdilî,
ev wendabûn bi dawî dibe ?
Hê çend rojbûnên te, yên ji min dûr,
wê bibin werîsê dardakirinê
di qirka min de ?
Gelo mirovek,
çend caran bi tûnebûna te dimire,
Asmîna min ?
Kayıt Tarihi : 3.5.2023 23:42:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![İrfan Görnü](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/05/03/asmin-1.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!