Erd û ezman de dûxane
Bet û qulungan fîxane
Kelîn, coşîna dilê min
Wek kalîna kar, berxane
Wek cehê aş min hêrane
Li min danîn ber kêrane
Havîn jî min re bû payiz
Kesera min zehf girane
Xerabûn ket nav baxçê min
Tarî jî bû jiyana min
Eman eman, eman eman
Agir xistin birîna min
Ez ne teyr ne jî bafirim
Li kerbê ye ez nafirim
Xewn û xeyal min re bû jehr
Ji xîzanî yê dimirim
Ber gora min kevir, late
Dildarîya min welate
Cihêtî û belengazî
Ne serkeftin ne xelate
Mehmet Çobanoglu
29.01.2022
İstanbul
Kayıt Tarihi : 29.1.2022 00:28:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!