Her kû ji jorda diçim, ji qirka min te xware.
Behna xaze naye, behna meratîye fetisîye.
Tenî dibe xewn û xeyal, peyv û peyvok.
Neynokên tolhildane, heyfê ten qusandin.
Dinanen hêrse ten hilkirin.
Tol ma erdê,
Derd siwar bû li ser derd ê.
Birîna hevalan bû ye derîye ramanan.
Qulibî be jar man.
Ravan gihiştin hev.
Efû nayen kirin, stû ye xwe şikand, debar nabe.
Dipeje hesten me be kuncî.
Dil bû ye şeht.
Xwerhatina rojen nû nakim; dişeynim, dizivirînim mal bave.
Bi dijûnan şûna heyfe naye standin.
Min bahozan veşartîye di nav nivînan.
Çav digerînim di nav goristanan.
Kurtuja bîranina vedixwim
Di peçîm rojen bere.
Velhasil, kelam zotik çirîya.
Behram FilintaKayıt Tarihi : 11.12.2025 17:58:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!