Maçeke ji dilopê daketim
Li ser canê nazik ê siruştê
Di eşqekê de rojê ez sotim
Da ku hîçî neyê bi ser te ve
Dayê bibêje em bi ku ve diçin?
Çolistana me winda bû ji ber çavan.
Te digot em diçin lîstikê.
Çima ev lîstik bi ew qas mirovî tê lîstin.
Nekarim bilivim.
Min bêriya nivînê xwe kir.
Porê te wek dîcle û ferat
Dorpêç kirim li min bû welat
Dibêjim lez mîna bilbilî
Da ku gulê bide min xelat
Dilikê çav û zulfan ez im
Rojeke nepen te bihîst ku min koça dawî kire
Bi fatîheyek te hemû rêyên xwe li min vekire
04.09.2002
Silîva
Ji Adem ve serdest ew in
Bi fêlbazî, bindest em in
Gote Xuda bikin hizir
Wisa naçe serbest gel in
Habîl nexwar mafê însan
Mela anî hîkmetê ji beyyîne
Min got çi heye ji kîsik derîne
Rediyellahu enhum, radu enhu
Her du hêl li uqba ji hev razî ne
Qaşo xêr li min kir danî mizgînî
Çi gavê te can kişand ji laş bi qest
Da ku wê demê ji felat bizanim
Ji bilî axê berhem nema li dest
Vîn û heyinê bes bi te dizanim
Stêrik li dora te bûne gêj û mest
Jan dê bijî ku can bimire berî mirina canan
Ji ber can li canan, canan ji can gotine jîna can
21.03.1998
Silîva
Ax ji axê didin olan
Nalîna min ji xaka te
Guh ji giyan girte dengan
Newayên min ji lêva te
Car bi carê dike caran




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!