Lawo êdî rabe, azadî tê
Sîya mirênê de rabe pê
Serxwebûn rojê xweştire
Li nêzîk ma, berbenga me bê
Welat ji li me re rûmete
Dilê me de kozire, pête
Em ronahîyê direşînîn
Lawo ser me de zilm û zexte
Glê me, tevayî xwezanin
Lawo, jin û mêr mil milanin
Qudret ketîye hemû dilan
Zincîra zendan biqetînîn
Neyarên Kurdan hemû cahşin
Em zindanan hildiweşînîn
Em şîyar bûn, em aştixwazin
Şêrên gelan tevayî başin
Şerkar, dijrabûn mêranî ye
Lawo, xelat jî azadî ye
Alîkarîya qîz, xortane
Xîret û rûmet ji tê de ye
Kayıt Tarihi : 10.9.2019 16:06:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!