Ev zimanê arî ye
Ji min re diyarî ye
Dûr neçe were ba min
Roj min re pir tarî ye
Ne dîn ne dîwane yîm
Ne gêj ne ewane yîm
Zimanê min Kurdî ye
Bo ziman perwane yîm
Evîn tim nav dildaye
Roja gel ser mildaye
Ji kezeb xwîn dikişe
Eşqê welat navdaye
Zimanê Kurdî xweş e
Koletî tu ne rewş e
Bo meşa azadî yê
Gulên dilan naweşe
Kaça Kurdan delale
Makeziman helale
Rûmeta gel zimane
Wek çeman pir zelale
Mehmet Çobanoglu
29.06. 2021
İstanbul
Kayıt Tarihi : 29.6.2021 01:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!