Zimanê me Kurdan pir şirîn e
Di nav çar devokan de dimeş e
Soranî û Goranî a din jî Dimilî
Yek jî Kurmancî ye ew jî geş e
Zimanê me Kurdan tim jî xweş e
Wek zêr û zîvan evzele û hêja ye
Mîna evînên dilê xortan û keçan,
Gulên nav bihûştan û fîrdewsane
Zimanê me zimanekî pir xweş e
Ew nav dev û libên me de geşe
Caran lorîn e û caran dibe girîn
Wek kaniyan wek çeman dikişe
Zimanê gelê Kurdan zehf xweş e
Ew bo perwerdî ya me jî pêwist e
Ew zimanê şahiyê bo warê dilane
Ew lorînê daîkan û giriyê zarokane!
Zimanê me Kurdan geş û xweş e
Di nav şahiyan de kene û heneke
Bo evîna her dilan jî ew mifte ye
Di şîn û şîvanan de fîxan û wîzare.
Nav zimanê me de sih û yek tîpin
W,q tim xweşin ê,x herdem geş in
Ew kîte û bêje,hevokên me kurdan
Tê zanîn digihije dema Hz.Berhîm
Zimanê gelê me bingeha netewiye
Çand û dîrok hebûna me Kurdaye
Danasîna Mem û Zîn ê navde dijî
Zimanê me ve ola Zerdeşt dimeşe
Zimanê me ewlakariya me gelan e
Ew hebûna me jiyana me Kurdan e
Zimanê me rûmeta me û dîroka me
Bakur û başûr Wanê heta Hewlêrê ye
Zimanê me zimanê Mushafa Reş e
Wek kanî û çeman ser welat dikişe
Heta Laçinê û Dohokê heta Bokanê
Welatê me çar herêm û yek zimanî ye.
02.06.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 5.6.2009 14:26:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

ilhamınız kadim olsun.
TÜM YORUMLAR (2)