Zimanê Me Pir Xweşe Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Zimanê Me Pir Xweşe

Zimanê me şêrîne zimanê me zehf xweşe,
Sedsalane naqede bo me Kurdan tim heye!
Soranî û Goranî,Dimilî û Kurmancî,
Her çar jî yek zimane zimanê me pir geşe.

Û zimanê zikmakî zimanê xwezaîye;
Wek zimanê me Kurdan tê de jîyan heye,
Azadî,aştî,biratî germa nav her dilan…
Şîn-şîwan û şaî him axaftin tev heye.

Bê ziman jiyan û bê ax jî welat nabe!
De were tu dilo û ez qurban êdî rabe,
Bipeyive,bixwaze û welat Kurdîstan’e,
Sêrt,Muş û Wan; Amed nav de paytexte.

Zimanê me pir xweşe hingiv,şekir,şêrîne…
Gelên Kurdan heşyarbin dem jî hat gav eve
Zimanê xwezayî ve perwerde kin zarokan!
Hebûn,jiyan zimane roj jî roja Kurdane.

Zimanê me bîr nekin,herdem Kurdi qisekin,
Bi xebroşkan û helbestan zimanê me pêşxin
Bo xatirê Mîr Bedîrxan sîhyek tîpan ve geşkin,
Dibistanên welatê me hemûyan jî şênkin.

28.09.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 29.9.2010 23:15:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu