Mirovek ketibû li ber waran,
Bêziman û bêhal!
Ez çûm ser min bang lê kir,
Banga min re bêhemd bi destê min girt
Paşê kalek, dû re xortek hat ser,
Wan jî bang lê kir.
Mirovê bêhal û bêziman
Çavên xwa vekirin.
Deng ji gund ket, gundî hat
Bihev re bang li mirov kirin.
Mirov rabû runişt.
Gundîyan xeber dan bajêr
Kesên bajarî hatin
Wan jî mirov dan ber pirsan.
Mirov bêhemd rabû ser linga.
Bajarîyan xeber da baqilên welat
Ewna jî hatin ser mirovê bêhal
Dan ber pirsan.
Mirov bersîv da û kenî...
Kê bihîst ew hat;
Kal, xort, jin mêr, zarok, keç, bûk
Mirovê bêziman û bêhal
Kilamek sitrand û reqisî…
Ew roja reqasê,
Bû cejna zimanê dayîka me!
Remzi Çakın
15.05.2010
Stembol
Kayıt Tarihi : 5.7.2010 22:15:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Remzi Çakın](https://www.antoloji.com/i/siir/2010/07/05/ziman-rabu-ser-xwa.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!