Girtî mane li zorê de
Ev zîndan jî nav gorê de
Min avêtin vê zîndanê
Her destên min ma torê de
Her dem, şewat şeva min de
Zor û zilim derê min de
Ji zîndanan pir ecizim
Êş dikele serê min de
Mehane mam vê hepsê de
Balîfê min nav kevzê de
Xwîşkê, dayê, xatî, metê
Ranza min jî ma zengê de
Neyarên me bêmêjîne
Lo zilm min diqijîne
Pawan hatin me dijmirin
Dilên wan jî rik tijîne
Her der min re li zîndane
Bo azadî yê serhildane
Me barê xwen hêvî dagirt
Tev halana me merdane
Nav çar dîwar dojeh maye
Zîndanan de agir heye
Rêwîtîya me şêrane
Azadî ya gel navda ye
Derê zîndanan hesine
Doza egîdan mezine
Lêxin derîya bişkênin
Nepenên şêran evîne
Zîndan min re xem, xemîstan
Zîndana nekin gorîstan
Ronahî, azadî, şewle
Zîndanan bikin dibistan
Mehmet Çobanoglu
26.07.2022
Sembol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 26.7.2022 12:50:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!