Zibistan Şiiri - Timur Üzel 2

Timur Üzel 2
14

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Zibistan

Ka guhdar bin ku wek qasidê demsala zibistanê di nav cîgera min de çen aşît lod bûye.
Li benda dengê yek pepûka bi gorî me ku bi filitim.
Destê min di bêrîka persekek de.
Bifedî dirêjî çend namerda dikim.
Di kefa desti min de morîyek hêşîn.
Ji ber pêsîra dayîkan hatîye qetandin.
Roj li ser morî yê de diçe ava.
Ewr digrin mijangin min û baranek bi teyrok dest pê dike.

Tayek sar ji tilîyên da dest bi lerizandina laşê min dike.
Êşek dirûnê ser sîngê min.
Bi wê janê tilîyên min kezîyaê qîzek çarde salî kur dike.
Min ku bala xwe dida bedena xwe wek dirîyek ku orta payîzê li ber bayê digurgure.
Geh li zinarek asê dikeve geh di qirna darek puç da dor digerine.
Dibê ev êş bi destê bijîşkan naye dermenkirin.
Derman ewe ku heft pîrên heftê salî çok bidin erdê û ji nûva heft dergûşên porkej bizên

Timur Üzel 2
Kayıt Tarihi : 28.6.2025 14:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!