Jiyana şeş saliyan, deh saliyan, donzdeh saliyan...
Piştî newrozê, serhildana zarî û ciwanên li Amedê
Çi tînin bîra me, ey zarokên di wê demê de bûyîn;
Li Mehabadê, li Silêmaniyê, li Qmişloyê, li cîhanê
Di mala min de, mala we de, malên cîranên we de!
Em bêjin ku di şeşan de dest pêdike xwendina pêşin;
Ger zu hîn bibe tîpan, hejmaran, hesaban, wêneyan...
Bilî wan, divê ku bifroşe simîdan, cixaran li kolanan
Bi dizî, bi bezî li taxan, li sûkan, li bazaran li Amedê
Eger dibistan di tetîla rojanê de be û yên din de bibin.
Em dibêjin ku dixebitin wekî gihîştiyan, zarokên me;
Dibistanvanî an ne dibistanvanî ne, neh û deh salî ne
Dixebitin zarokên welatê me, bi bar sal in, bê salî ne.
Salên ji şeşan, ji nehan, ji dehan... çawa bên bîrkirin?
Newroz e, cejn e li rojhilat û li navenda welatê dagirî
Li Amedê, pey dilşadiya gelê me; zext e, li me êrîş e!
Ne tenê li rêyan, li xaçerêyan, ne li xwepêçandinan de
Hatin lêxistin heye di şaneşînan de bi guleyên zirincî;
Dilopên sor dikevin ji gulên ber xwendinên welatî me!
Sewta Berbangê
Abdullah KarabağKayıt Tarihi : 6.6.2006 16:31:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Abdullah Karabağ](https://www.antoloji.com/i/siir/2006/06/06/zaroken-ku-di-we-newroze-de-buyin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!