Zaroken Agir Şiiri - Mehmed Sarı

Mehmed Sarı
620

ŞİİR


8

TAKİPÇİ

Zaroken Agir

Kûrdî: Ömer Özmen
Tirkî:Mehmed Sarı

Netewê kû,
Her şev bı hezaran zarokên wî
Bi agirê azadîyê diqijilin.
Bi jana te gûr dibe asimanê cîhana kevnare
Dewran digere,
Ev tarî, weha namîne
roj hebe,
wê vebibin kûlîlkên rojên welat ê Medya yê
T û bu yî ku, Ji pêdîvîyan hezar qat zêdetir bedel daye
Tû bu yî ku, tû cari çav bernedabu tiştên tû kesî
Tû bû yî ku, ji bêbextîya zilmê re gotina rawestandinê pêşkêş kirî ye
Li hemberê te, çavlêreşkirî be ji
Bi navkirina Cıvata navnetewî,
Xewa te ya qirase, nezanî be û nebihîze ji
Di bin mija reş de, dengê te yê nexeniqandî
Destên te, dirêjê şaristanîyên qedimî dibin
Çem ên bêdeng û çîya yên efsanewî nasdikin
Wê avên dûr û kûr dibihîzin dengê te.
Ji bo parastina rumeta mîrovahî yê,
Netewê kû ji hezar perçeyên wî xwîn derbû yî
Gazîya te,
Ji pêlên derya yan de tê ziman
Di vizînî ya ba û balbîsokê de
Û di gevizandina dergûşên sêwî mayî de
Te nabihîzın dilên jeng girtî
yên cîhana heremîyan.
Di qeşmerî, alçaxtî û bêfedîkirina dewletan de
Di reşahîya defika xwinê de
hat dizîn cîh û welatê te.
Bi fedîkirina esaretê
Dişewîtin tevl î rojê dibin zarokên agir
Di tû demek dîrokê de,
Ji xêyne şer
Ji we re tû alternatif nehat hiştin
Rojhêlat-rojava,cep - rast ên te
Hemî ji kerîyê gûrên diranbixwîn in
Divê tû bimeşî, di vî rê de bi çalepûkan
Divê tû bi meşî di vî rê de veperitî
Divê tû bi meşî, netewa agır
Heta ku, te azadî hembêz kir
Bi jana dil
Gelê kû, her roj hezar pirîsk di pişart
Ruyê te yê şewitî û roja te ye,
Roj hebe, ewê tarîyan rohnî bike.
Xwîna te,
Bi çemê ava te re diherike,
Narêje bûhûştan
asîmanê şiphêşîn
bahê evindarî yê
yên sibehê
Tu bi xwîna xwe,
agır berdidî qesr û qonaxên zilmê
Bi teqezî, wê di demek sibehê de
Silav ê lı azadîya axa bi xwînê hatîye avdan bike
Wê bitemirê ocaxên dijmin.

24.07.2011

Mehmed Sarı
Kayıt Tarihi : 31.7.2011 11:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmed Sarı